Serokê Dewletên Yêkbuyî yên Amerîkayê Trump li ser pirsên Rojnamevanan ên girêdayî Ûkrayna-Rûsya bersivand û got: “Di nava du hefteyan de eger Rûsya neyê rêkeftinê wê rastî sepandinên giran were.”
Trump anî ziman ku Şerê di navbera Ûkrayna û Rûsyayê de divê her du welat di nav xwe de çareser bikin ev pirsgikeke girêdayî wan e têkiliya me pê nîne.
Di domandina nirxandinên xwe de Trump da xuyakirin ku nehatina rêkeftinê ji bo Rûsyayê wê encamên ne baş bi xwe re bîne.
Trump di dawiya nirxandinên xwe de balkişand ser civîna Alaskayê ku bi Serokê Rûsyayê Putin re pêkanî bû ev nirxandin kir:
“Ji bo hatina Putin li ser axa me ez minetdarim bi Rûsyayê re dayimî têkiliyeke me ya baş heye.”