Macron: Divê El-Şeri dan û standinê bi QSD`ê re pêş bixe

Serokê Fransayê ji Ehmed El-Şeri xwest ku danûstandin bi QSDê re pêş bixe û divê bûyerên tundiyê li Sûriyeyê careke din dubare nebin. Endamê Kongresa Amerîkayê Abraham Hamade jî tekez kir ku divê Amerîka dev ji Kurdan bernede û got: Di şerê dijî DAIŞê de li Sûriye û Iraqê, Kurd hevpeymanên Amerîkayê bûn.

NAVENDA NÛÇEYAN
reset font size increase font size

Serokê Fransayê Emmanuel Macron peywendiyeke telefonî bi Serokê Demkî yê Sûriyê Ehmed El-Şeri re pêk anî. 

Di peywendiyê de, diyar kir ku divê Hikûmeta Demkî, danûstandinê bi QSDê re pêş bixe û çareseriyeke siyasî bi aliyên navxweyî re peyda bike.

 

Macron: nabe bûyerên tundiyê li Sûriyeyê dubare bibin

 

Macron tekez kir ku divê sivîl werin parastin, sûcdar werin darizandin û nabe bûyerên tundiyê li Sûriyeyê carake din dubare bibin. Di heman demê de bal kişand ser lawazbûna hikûmeta demkî.

Macron anî ziman ku hevdîtinên wan bi Israîlê re hene û hevkariya xwe di warê parastina aramiya sînorê Sûriye û Lubnanê pêşkêş kiriye.

 

Hamadeh: Li Îraq û Sûriyeyê Kurd hevpeymanên Amerîkayê ne

 

Ji aliyê xwe ve jî, Endamê Kongresa Amerîkayê Abraham Hamadeh bal kişand ser hevpeymanên wan ên Kurd li Îraq û Sûriyeyê û tekez kir ku wan li dijî DAIŞê şer kirine û nabe Amerîka bi ti awayî dev ji wan berde.

 

Abraham Hamadeh: Malbata Esed 50 salî Sûryeyê bi rêve bir

 

Abraham Hamadeh bi bîrxist ku desthilatdariya malbata Esed 50 salî, Sûriye bi rêve biribû. Her tim nêzîkî Sovyet, Rûs û Îraniyan bûn û çend caran bi Îsraîlê re ketin nav şer.

 

Hamadeh: Ehmed El-Şeri bi saya Amerîka bû serokê Sûriyeyê

 

Hamadeh ev yek jî anî ziman ku di 8`ê kanûna 2024`an de, Rêjîma Esed hat hilweşandin û li şûn wê hikûmeteke demkî bi serkêşiya Ehmed El-Şeri hat avakirin.

 Ehmed El-Şeri wek piştevanê terorê dihat diyarkirin lê bi saya Amerîkayê bû serokê Sûriyeyê.

Hamadeh got: "Hevpeymaniya di navbera Îsraîl û Amerîkayê de ya li dijî Îranê, ji bo ji nû ve danîna nexşeya Rojhilata Navîn gelekî girîng bû.

 

Hamadeh: Divê Amerîka kêmîneyan li Sûriyeyê biparêze

 

Endamê Kongresa Amerîkayê wiha berdewam kir: Divê Amerîka kêmîneyan û Durziyên Sûriyeyê biparêze û behsa erêniya rola Îsraîl di şerê dawî yê di navbera Durziyan û Hikûmeta Demkî de kir.

Hemade, jina Xiristiyan a Amerîkî Kayla Muellerê ya di dema şerê navxweyî yê Sûriyeyê de hatibû kuştin bi bîr anî û soza anîna termê wê da.

 

 

Nûçeyên têkildar

DERBARÊ ME DE

test footer content

PEYWENDÎ

MEDÎA CIVAKÎ

© 2025 – Nuce 24