Merasîma dewirgirtinê li Saziya Malbatên Şehîdan a Mexmûrê bi beşdarbûna çalekvanan û xelkê wargehê bi deqeyek rêzgirtinê destpê kir.
Hevserokê Şardariya Mexmûrê Edban Yilmaz balkişand ser tecrîda girankirî ya li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan tê pêkanîn û wiha axivî :
"Ji bo ku berxwedana Rêber Apo bigihije serkeftinê pêwîste gelê Kurd li vê proseya aştiyê xwedî derkevin."
Her wiha Yilmaz anî ziman ku di Meclisa Tirkiyê de gelek hêz naxwazin ev pêvajo bi serkeve. Ji bo vê jî pêwîste gelê Kurd li hemberî van hêzan xwedî yek biryarê bin.
Çalakî bi dirûşmeyên ‘Bijî Serok Apo’ û ‘Bê Serok Jiyan Nabe’ bi dawî bû.