Şerê di navbera Amerîka-Îsraîl û Îranê de, her ku diçe gurtir dibe.
Di rojên dawiyê de jî êrîşek li ser bargeha pêşmergeyan çêbû û di encamê de 6 pêşmergeyan jiyana xwe ji dest dan.
Nûnerê Taybet ê Amerîkayê yê Kar û Barên Sûriyê û Balyozê Amerîkayê yê Tirkiyê Tom Barrack derbarê êrîşên Îranê yên li ser Başûrê Kurdistanê axivî.
Tom Barrack eşkere kir ku wî peyama Serokê Amerîkayê Donald Trump ji bo parastina ewlehiya Başûrê Kurdistanê gihandiye Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî.
"Hemû milîsên ku bi Îranê ve girêdayî ne ne qanûnî ne"
Barrack di derbarê êrîşa li ser bargeha pêşmergeyan de wiha got:
"Ti rewabûna wan êrîşan tune ye.
Hemû milîsên ku bi Îranê ve girêdayî ne neqanûnî ne."
Tom Barrack li ser helwesta welatê xwe ya ji bo parastina hevpeymanan, tekez kir ku alîkariyên wan didomin û wiha domand:
"Em di warê dabînkirina yekîneyan de her tiştî dikin.
Em ji bo hevpeymanên xwe kel û pel û çekan dabîn dikin."
"Peyama Washingtonê ji bo Bexdayê ew bû ku li kêleka me bisekinin"
Tom Barrack diyar kir ku Washington helwesteke cidîtir ji Bexdayê dixwaze:
"Peyama me ji bo hikûmeta Îraqê zelal e.
Me ji wan re ragihandiye ku pêwîst e ew bi hêz û biryardariyeke mezintir li kêleka me bisekinin da ku li hember van êrîşan bisekinin."
Tom Barrack her wiha li ser hevdîtina xwe ya bi Mesrûr Barzanî re, ev tişt anî ziman:
"Doh min ev gotûbêj bi Barzanî re kir.
Min peyam û piştgiriya Serok Trump a ji bo parastina ewlehiyê gihandiyê."