Artêşa Îsraîlê li başûrê Libnanê ber bi pêş ve diçe

Berdevkê Artêşa Îsraîlê Iffy Difrin, ragihand ku li eniya Libnanê, ew herêma parastinê ya ku ew ava dikin, hewceyî hêzên zêdetir ên artêşa Îsraîlê ye.

NAVENDA NÛÇEYAN
reset font size increase font size

Artêşa Îsraîlê li başûrê Libnanê ber bi pêş ve diçe.

 

Armanca wan ew e ku bigihêjin Çemê Lîtaniyê ku 30 kîlometreyî ji sînorê Îsraîlê dûr e.

 

Ji bo pêkanîna vê armancê, pêdiviya Îsraîlê bi 15 hezar leşkerên din heye.

 

Berdevkê artêşa Îsraîlê Iffy Difrin ragihand ku li eniya Libnanê, ew herêma parastinê ya ku ew ava dikin, hewceyî hêzên zêdetir ên artêşa Îsraîlê ye.

 

Êrîşa bejayî ya Îsraîlê di 16'ê adarê de dest pê kir û heta niha 5 yekîneyên leşkerî beşdarî operasyonan bûne.

 

Ji wê demê ve Îsraîlê kuştina 5 leşkeran û birîndarbûna 50 leşkeran ragihand.

 

Li aliyê din, ji ber êrîşên asmanî û bipêşketinan, Lubnan rûbirûyî yek ji mezintirîn karesatên mirovî bûye.

 

Zêdetirî hezar kes hatine kuştin û zêdetirî milyonek welatî koçber bûne.

 

Cîgirê Serokwezîrê Lubnanê Tariq Mitrî diyar kir ku ew li gorî şiyana xwe, hemû binpêkirinên hiqûqa mirovî ya navneteweyî tomar dikin û wiha got:

 

“Guman tê de nîne ku Îsraîl sûcên şer dike.

 

Em hêvî dikin ku di destpêkirina her danûstandinekê de li gel Îraniyan, Lubnan neyê jibîrkirin."

 

Sererkanê Îsraîlê hişyarî da ku artêşa Îsraîlê ji ber dabeşbûna li ser çend eniyên cuda "li ber hilweşînê ye".

 

Ji ber vê yekê, hikûmetê biryar da ku bangî 50 hezar leşkerên din bike.

 

 

Nûçeyên têkildar

Hevkarên Me

DERBARÊ ME DE

TV

  • Frequency: 12687 H 27500 (Nilesat)
  • Frequency: 11296 H 27500 (Hotbird)

MEDÎA CIVAKÎ

© 2026 – NÛÇE TV Hemû maf parastî ne. Nûçe Rastî ye