Li Reqayê DAÎŞ'ê êrîşî hêzên ewlehiya giştî ya Sûriyê kir

Li ser benda kontrolê ya Sebahiya li bajarê Reqayê di encama êrîşeke DAÎŞ`ê de, 4 endamên Hêzên Ewlehiya Giştî ya Sûriyê hatin kuştin. Ev êrîşên li Bajarê Reqayê, didin diyarkirin ku bi hatina Hêzên Ewlehiya Giştî ya Sûriyê re, DAÎŞ careke din xwe bi rêxistin dike.

NAVENDA NÛÇEYAN
reset font size increase font size

Komeke DAÎŞ'ê êrîşê benda kontrolê ya Sebahiya li bajarê Reqayê kir.

Medyaya fermî ya Hikûmeta Veguhêz a Sûriyê ragihand ku di encama êrîşê de 4 endamên Hêzên Ewlehiya Giştî hatin kuştin.

Ev êrîş piştî wê yekê tê ku DAÎŞ`ê bang li endam û alîgirên xwe kiribû ku li hemberî desthilata nû ya Sûriyê rabin ser xwe.

Li aliyê din jî Wezareta Karên Hundir ragihand ku ev êrîşa li dijî bendeke kontrolê ya ewlehiyê hatiye kirin, êrîşeke terorîstî ye. Her wiha got ku di êrîşê de endamekî DAÎŞ`ê hatiye kuştin.

Hêzên Sûriyeya Demokratîk bi piştevaniya Amerîka û Koalîsyonê heta sala 2019`an pêşengiya şerê li dijî DAIŞê kiribûn.

Şervanên QSD`ê bajarê Reqayê ji DAÎŞ`ê rizgar kiribûn.

Piştî ku Hikûmeta Veguhêz a Sûriyê di meha borî de, bajarê Reqayê ji Hêzên Sûriya Demokratîk wergirt, DAÎŞ careke din li Reqayê belav bû.

Li gorî agahiyên dawî heta niha jî şer di navbera Hêzên Ewlehiya Giştî ya Sûriyê û DAÎŞ`ê de berdewam dike.

Nûçeyên têkildar

Hevkarên Me

DERBARÊ ME DE

TV

  • Frequency: 12687 H 27500 (Nilesat)
  • Frequency: 11296 H 27500 (Hotbird)

MEDÎA CIVAKÎ

© 2026 – NÛÇE TV Hemû maf parastî ne. Nûçe Rastî ye