Li Sûriyê di rojekê de 14 kes hatin kuştin

Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyeyê (SOHR) ragihand ku di 24`ê tebaxê de 14 kes li cih û deverên cuda yên Sûriyê hatin kuştin.

NAVENDA NÛÇEYAN
reset font size increase font size

Li gorî agahiyên Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyeyê (SOHR), cih û awayê kuştina van 14 kesan ji hev cuda ye.

 

Li Helebê 4 ciwan ku yek ji wan Şîe bû, li Hemayê jî jinek û Ciwanekî Şîe, li Şamê jî 2 ciwan, li gundewarê Humsê ciwanek, ji aliyê çekdarên nenas ve hatin kuştin. 

 

Li gundewarê Derayê Kurekî 13 salî û xwişka wî ya 15 salî, li rojhilatê Helebê jî zarokek, ji ber teqîna mayînên ku ji şer mane jiyana xwe ji dest dan.

 

Li Reqayê, ciwanek ji aliyê malbata hevjîna xwe ve hate kuştin.

 

Li gundewarê rojhilatê Dêrazorê, çekdarên girêdayî şaneyên DAIŞê, fermandarekî berê yê QSDê kuştin.

Nûçeyên têkildar

DERBARÊ ME DE

test footer content

PEYWENDÎ

MEDÎA CIVAKÎ

© 2025 – Nuce 24