Ji ber masiyên cemidandî rewşa masîvanan di bin xeteriyê de ye

Li Hemayê ji ber ji derveyî welat anîna masiyên cemidandî, xebatên xwedîkirina masiyan di bin metirsiyê de ye.

NAVENDA NÛÇEYAN
reset font size increase font size

Xwediyên golên masiyan yên li herêma Sehil El Xab rastî pirsgirêkên kombûyîna berhem û nebûna rêyên firotinê tên.

Ev pirsgirêk çavkaniya xwe ji anîna masiyên cemidandî ya derveyî welat digire.

Masîvanên li herêmê dibêjin ku îro kîloya masiyê “kerib, mişit û selor” bi 3.5 dolarên amerîkî tê firotin.

Her wiha masiyên cemidandî yên ji derve tên bi 2.5 dolaran tê firotin. Ji ber vê yekê masiyên li herêmê tên hilberandin nayin firotin.

Masîvanên herêmê ji hikûmetê xwestin ku anîna masiyên cemidandî rawestîne, derman û êm jî ji wan re peyda bike.

Pisporên vî karî dibêjin heger rewş wiha dewam bike metirsî heye ku masîvanên Hemayê dest ji pîşeya xwe berdin.

Nûçeyên têkildar

Hevkarên Me

DERBARÊ ME DE

TV

  • Frequency: 12687 H 27500 (Nilesat)
  • Frequency: 11296 H 27500 (Hotbird)

MEDÎA CIVAKÎ

© 2026 – NÛÇE TV Hemû maf parastî ne. Nûçe Rastî ye