Li Îranê çalakiya 'Ji darvekirinê re na' belav dibe

Kampanyaya “Sêşema na ji darvekirinê re” ji ber zêdebûna hejmara darvekirinên li Îranê li 54 girtîgehên din belav bû.

NAVENDA NÛÇEYAN
reset font size increase font size

Beşdarên kampanya "Sêşema na ji darvekirinê re" daxuyaniyek dan û destnîşan kirin ku armanca cezayên darvekirinê bêdengkirina kesên azadîxwazin.

D berdewama daxuyaniyê wiha hat gotin: 

"Ev 46 salin rejîma Îslamî ya Îranê gelên Rojhilatê Kurdistanê û Îranê di bin zextekî giran de digire. 

Cezayê darvekirinê jî weke rêbazek rêvebirinê li Îranê tê bikar anîn.

Hejmara kesên ku hatine darvekirin di demên dawî de pir bûye. Berê çend rojan 59 bûyerên darvekirinê hatine qeydkirin; dido ji wan jî jin bûn. 

Tevî hemû zextan jî gelê Îranê berxwedana xwe didomînin."

Di çarçoveya kampanyayê de malbatên girtiyan jî li pêşiya meclîsa Îranê bi dirûşmeyên "Ji darvekirinê re na!” çalakî li dar xistin.

Nûçeyên têkildar

Hevkarên Me

DERBARÊ ME DE

TV

  • Frequency: 12687 H 27500 (Nilesat)
  • Frequency: 11296 H 27500 (Hotbird)

MEDÎA CIVAKÎ

© 2026 – NÛÇE TV Hemû maf parastî ne. Nûçe Rastî ye