Rêxistina Navneteweyî ya Koçberiyê (IOM) diyar kir ku li peravên Lîbyayê keştiyeke noqî binav bûye, di encamê de18 kesan jiyana xwe ji dest dane.
Her wiha rêxistinê da zanîn ku tîmên rizgarkirinê karîne 64 kesên ku di keştiyê de bûn rizgar bikin û wiha anî ziman:
“18 welatiyên Bangeladişî, 12 Pakistanî, 3 Somalî, zarokekî Sûdanî û her wiha 29 mêr û jinek jî hebûn.”
Lê di der barê kesên ku jiyana xwe ji dest dane de, tu agahiyên li ser nasnameyên wan nehatin zanîn.
Rêxistina Navneteweyî ya Koçberiyê (IOM) eşkere kir ku di bûyerên koçberiyên ên sala 2023 û 2024`an de herî kêm 17 hezar û 685 kesan jiyana xwe ji dest dane.