Li gorî rêxistina mafê mirovan a Hengaw, Kazem Mu’temedî girtiyekî Ereb e, di 30`ê Mijdara 2025`an de li Girtîgeha Dezful, hat darvekirin.
Di heman rojê de, Elî Huseyîn Raşîdiyan, bi sûcê kuştinê hatibû mehkûmkirin, li Girtîgeha Navendî ya Sawehê, hat darvekirin.
Li Girtîgeha Navendî ya Arakê, Ehsan Nadî bi tohmetên têkildarî madeyên hişber, hat darvekirin.
Li Girtîgeha Navendî ya Kermanê, Mensûr Celalî girtiyekî Belûç ê, hat darvekirin.
Alimorad Shahbazî girtiyekî Lor e bi sûcê kuştina bi qest, di 29`ê Mijdara 2025`an de li Girtîgeha Aliguderz, hat darvekirin.
Di heman rojê de, Merwan Caberî girtiyekî Ereb e, li Girtîgeha Dezfulê, hat darvekirin.
Ebdulrehman Nahtanî, girtiyekî Belûç e, li Girtîgeha Adelabadê bi tohmetên têkildarî madeyên hişber, hat darvekirin.