Sebah Numan: Dê 5 cih ji bo radestkirina çekan werin destnîşankirin

Berdevkê Serfermandarê Giştî yê Hêzên Çekdar ên Îraqê Sebah Numan li ser pêvajoya bêçekkirina PKK`ê axivî. Numan diyar kir ku ew ê bi Teşkîlata Îstîxbarata Neteweyî ya Tirkiyê (MÎT) û Hêzên Pêşmerge yên li ser erdê re bixebitin da ku ewlehiya pêvajoyê misoger bikin.

NAVENDA NÛÇEYAN
reset font size increase font size

Berdevkê Serfermandarê Giştî yê Hêzên Çekdar ên Îraqê diyar kir ku ew ê bi Îstîxbarata Tirkiyê re li ser erdê di warê radestkirina çekan û ewlehiya deverên ku ji hêla PKK`ê ve werin valakirin de hevkariyê bikin û got:

"Parêzvanên sînor ên Îraqê û hêzên Pêşmerge dê ewlehiya deverên li ser sînorê Îraq-Tirkiyê yên ku ji hêla PKK`ê ve werin valakirin, misoger bikin."

Numan di hevpeyvînekê de, got ku dê pênc cih ji bo radestkirina çekên endamên PKK`ê werin destnîşankirin û Saziya Îstixbarata Neteweyî ya Tirkiyê (MÎT) dê 72 cihan kontrol bike.

Nûçeyên têkildar

Hevkarên Me

DERBARÊ ME DE

TV

  • Frequency: 12687 H 27500 (Nilesat)
  • Frequency: 11296 H 27500 (Hotbird)

MEDÎA CIVAKÎ

© 2026 – NÛÇE TV Hemû maf parastî ne. Nûçe Rastî ye