Trump der barê bloka 'Çîn-Rûsyayê' de hişyarî da Tirkiyê

Piştî daxuyaniya Erdogan, Trump derbarê bloka 'Çîn-Rûsyayê' de hişyarî da Tirkiyê û got: "Dibe ku bibe sedema rageşiyê." Serokê Amerîkayê Donald Trump li ser îhtîmala tevlîbûna Serokkomar Erdogan bo Rêxistina Hevkariya Şanghayê ku ji aliyê Çîn û Rûsyayê ve tê birêvebirin, got: "Tevlîbûna Şanghayê dikare ji bo Tirkiyê li seranserê Avrasyayê derfetên entegrasyona aborî ya kûrtir û parvekirina îstîxbaratê peyda bike. Lêbelê, ev dikare di nav NATOyê de bibe sedema rageşiyek bêhempa."

NAVENDA NÛÇEYAN
reset font size increase font size

Piştî serdana Serokkomar Recep Tayyip Erdogan bo Bîşkek a paytexta Qirxizistanê ji bo civîna lûtkeya Rêxistina Hevkariya Şanghayê ya 2026'an, nîqaşên li ser tevlîbûna potansiyel a Tirkiyê di blokê de bala Serokê Amerîkayê Donald Trump kişand.

Trump: Tirkiyê endamê nato'yê dibe ku bibe sedema rageşiyê

Trump der barê îhtîmala tevlîbûna Tirkiyê bo bloka bi pêşengiya Çîn û Rûsyayê de wiha got: 

"Erdogan diyar kir ku Tirkiyê, ku endamek NATO`yê ye, dibe ku li Rêxistina Hevkariya Şanghayê ya ku ji hêla Çîn û Rûsyayê ve tê rêvebirin, daxwaza endametiya tam bike.

Tevlîbûna Şanghayê dikare ji Tirkiyê re derfetên entegrasyona aborî ya kûrtir û parvekirina îstîxbaratê li seranserê Avrasyayê peyda bike.

Lê belê, ev dikare bibe sedema rageşiyek bêhempa di nav NATO`yê de.

Ji ber ku Enqere dê di heman demê de bi peymanên parastina hevbeş a Rojava ve girêdayî be û bibe beşek ji polîtîkayên ewlehiyê yên Rojhilat."

Erdogan: Di serdema pêş de em ê têkiliyên xwe bigihînin astên bilindtir 

Piştî lûtkeya li Bîşkekê, dema ku ji Erdogan hat pirsîn gelo Tirkiyê dikare hevkariya xwe ya bi Rêxistina Hevkariya Şanghayê re bigihîne endametiya tam, wî wiha bersiv dabû:

"Ji perspektîfa me ve, mimkun e ku di serdema pêş de têkiliyên me yên bi Rêxistina Hevkariya Şanghayê re bigihînin astên bilindtir.

Endamtiya Tirkiyê di rêxistinê de nayê wê wateyê ku em ji blokekê veqetin an jî pişta xwe bidin Rojava.

Armanca me ew e ku em bi vîzyonek 360 pile bandora xwe zêde bikin."

Rêxistina Hevkariya Şanghayê di sala 2001`ê de li bajarê Şanghay yê Çînê hatiye damezirandin.

Ev rêxistin ji 10 endamên sereke pêk tê, ew jî: Çîn, Rûsya, Hindistan, Pakistan, Îran, Qirxizistan, Kazaxistan, Belarûs, Tacikistan û Ozbekistan in.

Her wiha çend welatên din wek çavdêr û hevparên dan û standinê têkiliya xwe bê Rêxistinê re ava kirine, Tirkiye, Erebistana Siûdiyê û çend welatên din jî di nav vê lîsteyê de cihê xwe digirin.

Nûçeyên têkildar

Hevkarên Me

DERBARÊ ME DE

TV

  • Frequency: 12687 H 27500 (Nilesat)
  • Frequency: 11296 H 27500 (Hotbird)

MEDÎA CIVAKÎ

© 2026 – NÛÇE TV Hemû maf parastî ne. Nûçe Rastî ye