Di êrîşa Amerîkayê ya li ser Îranê de 18 kes hatin kuştin

Wezareta Tenduristiyê ya Îranê ragihand ku ji ber êrîşên Amerîkî ji 30`yê tebaxê heta 2`yê îlonê 18 kes hatin kuştin. Her wiha 142 kes jî birîndar bûn. Ji bilî kuştin û êrîşan, Îran rû bi rûyî pirsgirêkeke mezin a aboriyê jî bûye. Herî dawiyê jî Rojnameya Wall Street Journal ji zarê hin rayedarên Amerîkî eşkere kir ku rêveberiya Trump difikire ku şerê Îranê bi dawî bîne û tenê li ser zextên aborî bisekine.

NAVENDA NÛÇEYAN
reset font size increase font size

Şerê nûbûyî yê di navbera Amerîka û Îranê de, welatên li seranserê cîhanê xistiye nav fikaran.

Piştî belavkirina bîlançoya hejmara kuştiyên di êrîşa Amerîka li ser Îranê de, tirsek di nava gelê Îranê de derketiye holê.

Wezareta Tenduristiyê ya Îranê ragihand ku ji ber êrîşên Amerîkî ji 30`yê tebaxê heta 2`yê îlonê 18 kes hatin kuştin.

Ji ber êrîşan 142 kes birîndar bûn

Her wiha 142 kes jî birîndar bûne.

Ji bilî kuştin û êrîşan, Îran rû bi rûyî pirsgirêkeke mezin ya aboriyê jî bûye.

Herî dawî jî Rojnameya Wall Street Journal ji zarê hin rayedarên Amerîkî eşkere kir ku rêveberiya Trump difikire ku şerê Îranê bi dawî bîne û tenê li ser zextên aborî bisekine.

Li gorî van rayedaran, Serokê Amerîkayê bawer dike ku zexta aborî ya berdewam dê di dawiyê de, dewleta Îranê neçar bike ku bernameya xwe ya nukleerî hilweşîne.

Şerekî aborî li ser Îranê tê meşandin

Bandora dorpêçên aborî ne tenê bi saziyên dewletê ve sînordar e.

Bênirxbûna dirav, enflasyon, bilindbûna bihayên xwarinê, kêmbûna hêza kirînê û zehmetiyên gihîştina pêdiviyên bingehîn û mesrefa şer rasterast bandorê li jiyana rojane ya mirovan dikin.

Her çendî Îranê bi salan e ji bo derbaskirina dorpêçan, rêyên bazirganî û darayî yên alternatîf pêş xistiye jî mesrefa van rêbazan her diçe zêdetir dibe. 

Rêveberiya Trump ji bo hilbijartinan daxwaz dike ku şer bi dawî bibe

Firotina petrolê bi bihayên kêmtir, bikaranîna torên darayî yên tevlihev û mesrefa veguhestinê ya zêde dibin sedema lawazbûna demdirêj a aboriya Îranê.

Li aliyekî din jî hat destnîşankirin ku alîkarên payebilind ên Trump hewl didin ku berî hilbijartinên navîn pêşî li zêdebûna şer bigirin.

Ew jî da ku windahiyên hilbijartinê yên Komarparêzan sînordar bikin.

Welat daxwaz dikin ku êdî şer bi dawî bibe

Ji bilî rêveberiya Trump gelek alî dixwazin ku êdî ev şer bi dawî bibe.

Bi taybetî jî welatên ku ew bi xwe di nava şer de ne mîna welatên kendavê.

Di heman demê de, berdevkê Sekreterê Giştî Stéphane Dujarric got ku Sekreterê Giştî yê Neteweyên Yekbûyî António Guterres ji ber raporên qurbaniyên sivîl ên Îranê, dilgiran e û wiha lê zêde kir:

“Guterres banga rawestandina tavilê ya dijminatiyê kir.

Her wiha Sekreterê Giştî hemû êrîşên li dijî sivîlan şermezar dike.”

Beriya van êrîşên dawî yên Amerîkayê Ajansa Nûçeyan a Mafên Mirovan (HRANA) diyar kir ku ji ber vî şerî li Îranê 3 hezar û 636 kes hatine kuştin, di nav de hezar û 701 sivîl in.

Nûçeyên têkildar

Hevkarên Me

DERBARÊ ME DE

TV

  • Frequency: 12687 H 27500 (Nilesat)
  • Frequency: 11296 H 27500 (Hotbird)

MEDÎA CIVAKÎ

© 2026 – NÛÇE TV Hemû maf parastî ne. Nûçe Rastî ye