Cîgirê Wezîrê Karên Derve yê Îranê Kazim Xerîbabadî roja şemiyê 29'ê tebaxê di hevpeyvînekê de bi Ajansa Nûçeyan a Danişco re behsa kontrol û birêvebirina Tengava Hurmizê kir.
Kazim Xerîbabadî da zanîn ku Tengava Hurmizê hîn jî girtî ye û got ku heke keştiyek di vê rêyê re derbas bibe, ev çalakî dê bi rêya hevrêzî û destûra Îranê were kirin.
Kaizm Xerîbabadî wiha domand:
"Îran ji bo vekirina Tengava Hurmizê ne di lezahiyê de ye û dê di girtina tedbîrên parastinê û rûbirûbûna li hember gefan de berdewam bike.
Kontrola tevahî ya hêzên çekdar ên Îranê li ser tevgera li Tengava Hurmizê heye."
"Îran û Uman der barê tengava Hurmizê de gihîştine rêkeftinekê"
Her wiha Xerîbabadî li ser xala lihevkirina bi Umanê re jî axivî û anî ziman ku Îran û Uman der barê rêziknameyên derbasbûna ji Tengava Hurmizê de gihîştine rêkeftinekê.
"Ev rêkeftin dê jixweber nekeve qonaxa pêkanînê.
Pêkanîna wê bi sozên Amerîkayê ve girêdayî ye.
Îran bi rêya vê rêkeftinekê amadebûna xwe ji bo vegera dîplomasiyê nîşan daye.
Lê Amerîkayê pabendbûnên xwe rawestandine."
Miller: Tengav ji bo Amerîkayê vekirî ye û ji bo Îranê girtî ye
Têkildarî mijara Tengava Hurmizê, Cîgirê Serokê Karmendên Koşka Spî bo Karûbarên Siyasî Stephen Miller, di civîneke rojnamevaniyê de der barê Tengava Hurmizê de axivî.
Stephen Miller da zanîn ku Serokê Amerîkayê Donald Trump di dîroka şerê li dijî terorîzma rejîma Îranê de ji her kesî bêtir destkeftî bi dest xistine û wiha got:
"Îro, Tengava Hurmizê ji bo Amerîkayê vekirî ye û ji bo Îranê girtî ye.
Hêza wan a deryayî û hewayî têk çûye.
Rêber, Radar û avahiya fermandariya wan a leşkerî bi tevahî têk çûye.
Tanker Trackers: Hefteya borî her roj hinardekirina petrolê 3.8 milyon bermîl bû
Li aliyekî din jî, Kompaniya Tanker Trackers ku kompaniyeke tevgera keştiyên petrola xav dişopîne, roja yekşemê 30'yê tebaxê ragihand ku di heft rojên borî de bi navînî hinardekirina rojane ya petrolê bi rêya Tengava Hurmizê 3.8 milyon bermîl di rojê de bû.
Di dema bîrnameya têgihîştinê ya Îran û Amerîkayê de, tenê heta 25 rojan hinardekirina petrolê 9.8 milyon bermîl di rojê de bû.
Ajansa Nûçeyan a Mehrê jî destnîşankir ku ji 19'ê Tebaxê vir ve, 30 keştiyên neqanûnî hewl dane ku bi awayekî neqanûnî ji Tengava Hurmuzê derbas bibin, lê hêzên çekdar ên Komara Îslamî rê li ber derbasbûna wan girtine.
Mohsen Rezay: Ji bo vekirina tengava Hurmizê mercên me hen
Her wiha Sekreterê Konseya Bilind a Ewlekariya Neteweyî ya Îranê Mohsen Rezayî, diyar kir ku Tehran piştî ku navbeynkaran daxwaz kir ku şertên xwe diyar bike, lîsteyek ji şert û mercan ji bo vekirina Tengava Hurmuzê amade dike.
Mohsen Rezayî ev tişt anî ziman:
"Îran bi Omanê re li ser rêyeke keştîvaniyê ya di nav tengavê re, li hev kiriye.
Eger Dewletên Yekbûyî bi şertên Îranê razî bibin, keştî dê di rîyeke diyarkirî de di nîvê tengavê re derbas bibin."