Parêzgarê Hesekê Nûredîn Ehmed îro bi şandeyek ji Wezareta Veguhastinê ya hikumeta veguhêz a Sûriyê re civiya. Di civînê de merc û gavên guncaw ên ji bo entegrasyona Gerînendetiya Veguhastinê-Şaxê Hesekê di nava sazûmaniya rêveberî ya nû de temam bike.
Her wiha mekanîzmayên birêxistinkirina xebatê û yekkirina rêkarên rêveberî û pîşeyî hatin gitubêjkirin.
Her du aliyan daxwazên qonaxa bê û mekanîzmayên hevrêziyê di navbera aliyên têkildar de nîqaş kirin, da ku xebat û berdewama pêşkêşkirina xizmetguzariyan ji welatiyan re bi awayekî baş misoger bikin.