Kaja Kallas li Şamê ji aliyê Wezîrê Derve Esad Şeybanî ve hat pêşwazîkirin û her du alî li Koşka Tişrînê civiyan.
Di rûniştinê de bal hat kişandin ser pêşaniyên mîna bihêzkirina aborî, parastin û bihêzkirina jinan.
Yek ji xalên herî krîtîk û sereke yên rojeva danûstandinên navbera YE û Sûriyê, avakirina şert û mercên guncav ji bo vegera bi mîlyonan penaberên Sûrî yên ku li welatên endamên Yekîtiya Ewropayê dijîn.
Ji ber vê yekê di civînê de ev xala krîtîk careke din hat bibîrxstin û gotubêjkirin.
Tê hêvîkirin ku piştî hevdîtinê, civîneke hevpar a çapemeniyê bê darxistin.