Endamê Desteya Rêveber û Berdevkê Partiya Jiyana Azadiya Kurdistan (PJAK) Rêwar Awdanan, li ser hesabê X’ê peyamek da û şertên PJAK’ê yên têkildaîr siberoja siyasî ya li Îran û Rojhilatê Kurdistanê eşkere kir.
Berdevkê PJAK’ê Rêwar Awdanan nêrînek ji 7 xalan parve kiriye da ku têgihîştinên şaş ên di derbarê PJAK’ê de rast bike.
PJAK dikare ji bo berjewendiyên Kurdan bi her dewlet û aliyekî siyasî re hevdîtin û hevkariyê bike.
Em her tişta ku bi pêşxistina demokrasî, azadî û edaletê ku ji Îran û Kurdistanê re bibe alîkar, qebûl dikin
Projeya derbaskirina Komara Îslamî û avakirina komara demokratîk a pir reng û nenavendî li Îranê pêwîste da ku mafê hemû gelan biparêze.
Divê statuya siyasî ya Kurdan bi fermî bê naskirin û destûra pêşerojê li ser vê bingehê bê amadekirin.
"Pêkanîna statuya Kurdan şertê bingehîn ê paşeroja siyasî ya Îranê ye"
Rêwar Awdanan di berdewamiya peyama xwe de şertê PJAK’ê yên têkildaîr siberoja siyasî ya li Îran û Rojhilatê Kurdistanê jî eşkere kir.
Şertê sereke yê qebûlkirina sîstema nû ya Îranê, qebûlkirina xwerêveberiya demokratîk a neteweya Kurd e.
Bi ti aliyekî ku nasname û statuya Kurdan qebûl nake re têkilî nayê danîn, heya ku siyaseta xwe neguherînin.
Gerîlayên PJAK'ê bi awayekî serbixwe li dijî her êrîşeke ser partiyê, welatiyan û neteweya Kurd bersivê didin.