Parlamenterên berê Semra Guzel û Huda Kaya hatin berdan

Du Parlamenterên berê yên Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Semra Guzel û Huda Kaya hatin berdan.

NAVENDA NÛÇEYAN
reset font size increase font size

Parlamentera berê ya Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) a Amedê, Semra Guzel ku di çarçoveya dozeke di sala 2017’an de li dijî wê hatibû vekirin, parêzbendiya wê hatibû rakirin û di 3’yê Îlona 2022’yan de hatibû girtin, di danişîna dawî ya îro de bi şertê kontrola edlî hat berdan.

Piştî ku Semra Guzel ku ji Girtîgeha Jinan a Kandirayê hat berdan, ji aliyê hevalên xwe, Tevgera Jinên Azad (TJA), aktivîsta TJA Sebahat Tuncel, Komeleya Alîkarî û Hevgirtina Malbatên Girtiyan û Hukumxaran a Marmarayê (MATUHAY-DER), Meclisa Jinan a Partiya Wekhevî û Demokrasiyê (DEM Pasrti) û rêxistina bajarê Stenbolê ya DEM Partiyê û gelek welatiyan ve bi kulîlk û dirûşmeyan hat pêşwazîkirin. 

Semra Guzel, piştî serbestberdanê li ber Girtîgeha Jinan a Kandirayê diyar kir ku her çend wê azadiya fizîkî bi dest xistibe jî dema ku girtiyên siyasî hîn jî di girtîgehê de bin, axaftina wê zahmet e û wiha got: "Heta ku hevalên me azad nebin, em nikarin xwe azad bibînin. Em nikarin wê hestê biceribînin."

Her wiha Parlamentera berê ya Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Huda Kaya jî, hat berdan. Di heman demê de, parêzera Huda Kayayê Zîlan Leventoglûyê ragihand ku piştî itîraza ku kirine Huda Kaya hatiye berdan.

Nûçeyên têkildar

Hevkarên Me

DERBARÊ ME DE

TV

  • Frequency: 12687 H 27500 (Nilesat)
  • Frequency: 11296 H 27500 (Hotbird)

MEDÎA CIVAKÎ

© 2026 – NÛÇE TV Hemû maf parastî ne. Nûçe Rastî ye