MGM ji bo 42 bajaran koda zer da

Midûriyeta Giştî ya Meteorolojiyê (MGM), ji bo 42 bajaran “koda zer” da û her wiha hişyariya baran, berf û bahozê da.

NAVENDA NÛÇEYAN
reset font size increase font size

Li gorî nirxandina dawî ya MGM'ê li seranserê welat hewa dê bi piranî ewravî bê kirin.

Li bajarên wekî Amed, Dîlok, Sêrt û Rihayê wê barana bi birûsk be.

Her wiha li bajarên wekî Erzirom, Qers û Wanê jî dê cih bi cih berf û baran bibare.

Li gorî Meteorolojiyê, tê texmînkirin ku germahiya hewayê li Bakurê Kurdistanê ji 4 heta 6 pileyan dakeve.

Li rojhilatê herêma Serhatê jî bayeke bi seatê bigihe leza 40-60 kîlometreyan dê pêk bê.

Hat zanîn ku li cihên bilind ên Serhatê yên ku berfeke zêde lê heye, rîska aşûtê zêde ye.

Meteorolojiyê, bang li welatiyan û şofêran kir ku li hemberî van rewşan baldar bin.

 

Nûçeyên têkildar

Hevkarên Me

DERBARÊ ME DE

TV

  • Frequency: 12687 H 27500 (Nilesat)
  • Frequency: 11296 H 27500 (Hotbird)

MEDÎA CIVAKÎ

© 2026 – NÛÇE TV Hemû maf parastî ne. Nûçe Rastî ye