Lijneya Rêveberiya Navendî (MYK) û (DEM Partî), bi serokatiya Hevserokên Giştî Tulay Hatimogullari û Tuncer Bakırhan li navenda giştî ya partiya xwe civiyan.
Hat ragihandin ku di civîna MYK’ê de geşedanên di rojevê de weke qonaxa ku pêvajoya pirsgirêka Kurd bi taybetî jî qanûna çarçoveyê” ya ku tê payîn di nav vê mehê de bê Meclisa Tirkiyê, rojevên sereke ne.
Dîsa di rojeva civînê de amadekariyên kongreya partiyê ya ku dê di meha îlonê de were lidarxistin, konferansên ku di demên dawî de hatine lidarxistin û mijarên ku di civînên Meclisa Partiyê (PM) de hatine nîqaşkirin jî hene.
Hat diyarkirin ku di civînê de dê encamên civîna Meclisa Partiyê (PM) ya ku dawiya hefteyê hatibû kirin jî werin gotûbêjkirin û plansaziya 15 rojan bê amadekirin.
Tê payîn ku berdevka DEM Partiyê Ayşegul Dogan, sibe der barê civînê de ku li Navenda Giştî ya DEM Partiyê hat lidarxistin daxuyaniyekê bide.
Li aliyê din, tê payîn ku îro Şandeya Îmraliyê ya DEM Partiyê bi Serokê Meclisê Numan Kurtulmuş û Cîgirê Serokê Giştî yê AKP’ê Efkan Ala re bicive.