Di 29ê Hezîranê de, di salvegera darvekirina Şêx Seîd û hevalên wî de, li Amedê merasîmek bîranînê hat lidarxistin. Di vê merasîmê de, Parlamenterê HUDA Parê Faruk Dînç pesnê Şêx Seîd da û siyaseta serdema damezirênerê Komara Tirkiyeyê Mistefa Kemal Atatûrk bi tundî rexne kir.
Piştî van gotinan, endamekî Encumena Îlamê ya li Tirkiyeyê li Serdozgeriya Giştî ya Amedê li dijî Faruk Dînç serlêdana sûc kir. Lê belê, piştî çend rojan dozgeriyê gilî red kir û biryar da ku ji ber nebûna delîl û hêmanên sûc, ne hewce ye tu lêkolîn an jî doz li ser vê mijarê bê vekirin.
Di heman çarçoveyê de, di meha Sibatê de biryareke din a dadwerî ketibû rojevê; Dadgeha Cezayê ya Tirkiyeyê ji ber heqaretkirina li hember Şêx Seîdê Pîran, cezayê hişyariyê/darayî da Serokê Partiya Zaferê Ûmît Ozdağ.
Pêvajoya Dîrokî: Serhildana Şêx Seîd û hevalên wî ku di destpêka meha Sibata 1925`an de dest pê kiribû, heta nîveka meha Nîsanê berdewam kir. Piştî ku hatin girtin û mehekê hatin darizandin, Şêx Seîd û hevalên wî di 29ê Hezîrana 1925an de li Amedê hatin darvekirin. Tevlî ku nêzî sed sal di ser re derbas bûne jî, heta îro cihê gorên wan hîn nehatiye eşkerekirin.