Li ser rêya Hewlêr-Kesnezan di encama pevçûnekê de ku tê de çek hatin bikaranîn, sê kesan jiyana xwe ji dest dan.
Rêveberiya Polîsên Hewlêrê eşkere kir ku karkerê benzînxaneyekê her sê kes kuştin, lê ew hat binçavkirin, niha jî lêkolîn hatiye destpêkirin.
Li aliyekî din, Dezgeha Asayişa Herêma Başûrê Kurdistanê da xuya kirin ku 2 kes ji aliyê hêzên wan ve li Silêmaniyê hatine girtin.
Di daxuyaniyê de navê "terorsît" li wan her du kesan hatiye kirin, yek ji wan karmendê baregeheke parastina sivîl bû. Piştî îtîrafê, eşkere bû ku wan her du kesan dixwestin bombeyekê danin nav wesayîta baregehê û depoya ava vexwarinê ya Silêmaniyê jehrî bikin.