Li Dêrazorê 2 şervanên QSD`ê şehîd bûn

Şaneyeke DAIŞê li rojhilatê Dêrazorê êrîşî ser hêzeke QSD`ê kir, navenda ragihandinê ya QSD`ê jî eşkere kir ku di vê êrîşê de 2 şervanên wan şehîd bûne.

NAVENDA NÛÇEYAN
reset font size increase font size

Hêzên Sûriyeya Demokratîk, li ser malpera xwe ya fermî ragihand ku şervanên wan di êrîşîa şaneyên DAIŞ`ê de li ser wesayiteke leşkerî li bajarokê Behra yê herêma Hecînê ya rojhilatê Dêrazorê hatiye hedefgirtin û di encamê de 2 şervanên wan şehîd bûne.

Navenda Ragihandinê ya QSD`ê dibêje, ev êrîş wek hewldanekê ji aliyê DAIŞ`ê ve ye, da ku hebûna xwe bide xuyakirin û ewlehiya herêmê têk bide.

 QSDê diyar kir ku operasyonên wan yên ewlehiyê ji bo parastina gelê Sûriyeyê didomin û di vê çarçovey de, alîkariya wan bi hêzên xwecihî û civaka navdewletî re heye da ku gef û metirsiya DAIŞ`ê bi temamî bê tunekirin.

Nûçeyên têkildar

Hevkarên Me

DERBARÊ ME DE

TV

  • Frequency: 12687 H 27500 (Nilesat)
  • Frequency: 11296 H 27500 (Hotbird)

MEDÎA CIVAKÎ

© 2026 – NÛÇE TV Hemû maf parastî ne. Nûçe Rastî ye