Hevseroka DEM Partiyê Tulay Hatimoğulları li Amedê tevlî komxebata 'Cihêrengiya Nû û Hemwelatîbûna Wekhev di Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk de' bû û li ser helwesta CHP'ê axivî.
Tulay Hatimogulları dibêje, “Hêviya me ew bu ku em li gel hemu partiyan bi dengeke yekgirtî biryara çuna Îmraliyê bidin lê helwesta CHPê bo me cihê xemgîniyê ye.
CHP komar ava kiriye lê ji çûna Îmraliyê direve.
Em bi xemgînî dibînin ku polîtîkayên tinehesibandina Kurdan tên zindîkirin.
Rêveberên CHP'yê jî derbarê rexneyên li partiya wan tê kirin dibêjin:
"CHP piştgiriya çareseriya pirsa Kurd dike û dibêjin divê pêvajo biçûn û neçûna Îmraliyê ve neyê asêkirin."