Yekîtiya Jinên Ciwan li bajarê Helebê dest bi belavkirina birûşûrên bi zimanên Erebî û Kurdî kirin.
Di vê pêngavê de, Jinên Ciwan derdora 800 birûşûr belav kirin.
Di van birûşûran de banga rawestandina tundiya li dijî jin û zarokan, daxwaza tevlîbûna li çalakiyên ji bo azadiya Abdullah Ocalan, hate kirin.
Li heman derê Kongra Star li ser 3 rojan dest bi perwerdeyê ji bo endamên Meclis û Komînan derbarê têgeha cinsiyetperestiyê kir.