Li Leyla Guven û 11 girtîyên jin cezayê disiplînê hate birîn

Li Tirkiyê zextên li dijî dîlgirtiyên siyasî berdewam dike. Hate ragihandin Hevseroka KCD’ê Leyla Guven jî di nav de li 12 girtiyên jin ji ber komploya 15 sibatê şermezar kirine cezayê disîplînê li wan hatiye birîn. Parlementera DEM Partiyê ya Rihayê Dîlan Kunt Ayan diyar kir ku biryara hatiye dayin li dijî peymanên navneteweyî ye û bi vê yekê re mafên azadiya xwe îfadekirin û ewlehiyê ya girtiyan hatiye binpêkirin.''

NAVENDA NÛÇEYAN
reset font size increase font size

Li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê zextên li dijî girtiyên siyasî berdewam dike.

Hat ragihandin ku Hevseroka Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) Leyla Guven jî di nav de li 12 jinên li Girtîgeha Jinan a Sîncanê tên ragirtin, ji ber komploya 15ê Sibatê şermezarkirine cezayê disiplînê li wan hatiye birîn.

Hat eşkere kirin ku Lijneya Disiplînê ya Girtîgehê cezayê bêparhiştina ji agahî stendin û ragihandinê li 10 girtiyan biriye.

Li Fatma Aslan û Sevîm Ekîn jî ji bo 2 mehan cezayê qedexeya hevdîtina bi ziyaretvanan re hate dayin.

Girtiyan jî li dijî vê biryara ku di 7’ê Adarê de hatiye dayîn, li 2’yemîn Dadgeriya Înfazê ya Enqereyê îtîraz kirin.

 

Parlementera DEM Partiyê Dîlan Kunt: Ev ceza der qanûnî ye

 

Hate parvekirin dadgehê, di 25’ê Tîrmehê de bi heman sedemê îtîraz red kir û got:

“Heta peywirdarên fermî girtekeke nû ku berevajiya rewşa heyî vedibêje amade dikin dê derbasdar be.”

Piştî redkirina îtîrazê, parêzeran serî li 1’emîn Dadgeha Cezayên Giran a Bati ya Enqereyê dan. 

Parlementera DEM Partiyê ya Rihayê Dîlan Kunt Ayan têkildarî mijarê axivî.

Dîlan Kunt Ayan da xuyakirin ku, ji ber vê mijarê serî li Komîsyona Lêkolînkirina Mafên Mirovan a Meclisê (ÎHÎK) da ne û têkildarî vê mijarê ev agahî da:

“Girtek ji hêla tenê yek gardiyanê ve hatiye amadekirin û biryar li gorî vê girtekê hatiye dayin.

Qeydên kamerayê nehatine lêkolînkirin, serî li îfadeyên şahidan nehatiye dayin, biryara hatiye dayin li dijî peymanên navneteweyî ye û bi vê yekê re mafên azadiya xwe îfadekirin û ewlehiyê ya girtiyan hatiye binpêkirin.''

Parlementera DEM Partiyê  di dawiyê de tekez kir ku, ÎHÎK li Girtîgeha Jinan a Sîncanê têkildarî cezayên disiplînê biçe girtîgehê lêkolînê bike, cezayên disiplînê yên derhiqûqî bên betalkirin, û ji bo parastina mafên girtiyan û ji holê rakirina binpêkirinên heyî bikeve dewrê.

Nûçeyên têkildar

DERBARÊ ME DE

test footer content

PEYWENDÎ

MEDÎA CIVAKÎ

© 2025 – Nuce 24