Dorpêça li ser Siweydayê û gundewarê wê di hefteya 4an de didome.
Ji ber dorpêçê pêdiviyên herî bingehîn ên jiyanê, weke derman, ard û sotemenî her ku diçe kêmtir dibin.
Rêveberê Komeleya Dostên Nexweşên Penceşêrê Dr. Ednan Muqeled derbarê bandora dorpêçê li ser nexweşên penceşêrê daxuyaniyek da.
Dr. Ednan Muqeled di daxuyaniyê de, piştrast kir ku heta 6’ê Tebaxa 2025`an, tevî gelek sozên çavkaniyên fermî û nefermî, tu dermanên penceşêrê negihîştine parêzgehê û her ku diçe rewşa nexweşan xirabtir dibe.
Ji ber heman sedemê hate ragihand ku, ev 4 roj in firinên taybet ên li Siweydayê ji ber kêmbûna ard û sotemeniyê ji xizmetê derketine.
Komeleya Alîkarî û Geşepêdanê ya Mezopotamyayê ji bo daxwazên gelên Siweydayê re bibe bersiv alîkariyên jiyanî şand herêmê.
Lê Heyva Sor a Sûriyeyê rê neda ku kamyonên alîkariyê yên ji Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê hatine şandin, derbasî parêzgehê bibin.
NY: Hejmara kesên koçber gihîştiye 191 hazarî
Ofîsa Neteweyên Yekbûyî ya ji bo Karûbarên Mirovî (OCHA) derbarê rewşa dawî ya Siweydayê raporek parvekir û ev agahî da:
“Ji ber pevçûnên dawî 191 hezar kesên li hundir û ber bi parêzgehên cîran ve koçber bûne.
Rêya Şam-Siweydayê ji nîvê meha Tîrmehê ve bi awayekî demkî girtî ye, ji ber vê yekê jî korîdora mirovî ya bi rêya Busra El-Şam hat vekirin û bandor li ser gihandina alîkariyê kir.”
Her wiha Ofîsa Neteweyên Yekbûyî ragihand tevî peymana agirbestê, di navbera 1 û 5'ê Tebaxê de li parêzgeha Siwêdayê û gundewarê wê yê rojava şer û pevçûn berdewam kirine.
SOHR: Li Siweydayê 37 sivîl hatin kuştin
Girêdayî mijarê SOHR jî ragihand ku duh endamên Wezareta Parastinê ya Sûriyeyê, Ewlekariya Giştî di dema kontrolkirina bajarê Siweydayê de di nav de jin û zarok 37 sivîl kuştine.