Li Îranê ji ber alkola sexte 4 kes mirin

Li gorî ajansa dewletê IRNA'yê, li bajarê Îranşehr ê li başûrrojhilatê Îranê ji ber alkola sexte 4 kes mirin.

NAVENDA NÛÇEYAN
reset font size increase font size

Her wiha hate ragihandin ku 5 kes jî bi jehrê ketine û 2 kes jî rewşa wan giran e.

Polîsan diyar kirin ku li Îranşehrê sê kesên alkola sexte belav dikirin hatine binçavkirin.

Li welêt tenê ji Xiristiyan, Yahûdî û Zerduştiyan re destûr tê dayîn ku li qadên derveyî cemaweriyê alkolê bi kar bînin.

Li Îranê vexwarin û firotina alkolê qedexe ye, lê belê bi riya qaçaxçiyan ji welatên derve tên û dem bi dem ji ber vexwarina alkola sexte mirov jiyana xwe ji dest didin.

Nûçeyên têkildar

Hevkarên Me

DERBARÊ ME DE

TV

  • Frequency: 12687 H 27500 (Nilesat)
  • Frequency: 11296 H 27500 (Hotbird)

MEDÎA CIVAKÎ

© 2026 – NÛÇE TV Hemû maf parastî ne. Nûçe Rastî ye