Nivîsgeha Ragihandinê ya Serokwezîrê Îraqê li ser civîna Mihemed Şiya Sûdanî û Tom Barrack daxuyaniyek belav kir.
Di daxuyaniyê hate diyarkirin ku her du aliyan li ser rêyên pratîkî niqaş kirine.
Li gorî daxuyanîyê Sûdanî û Tom Barrack li ser rêgirtina li her rageşiyeke din ku li herêmê rû bide û piştgirîkirina rêyên dîplomatîk ji bo çareserkirina nakokiyan nêrînên xwe parve kirine.
Her wiha Tom Barrack tekezî li ser rola avaker kir ku Îraq dikare ji bo bidestxistina armancên wan ên hevbeş bilîze.
Barrack piştî ku 23'yê Gulana îsal wekî Nûnerê Amerîkayê yê Sûriyê dest bi kar kir ev cara yekem e ku serdana Îraqê dike.