Koma duyem a koçberan ji kampa Mehmûdlî ya Tebqayê derket

Li kantona Tebqayê îro koma duyem a koçberan ji kampa Mehmûdlî derket, ber bi Hums, Hema, Heleb û Dêrazorê ve bi rê ket.

NAVENDA NÛÇEYAN
reset font size increase font size

Di çarçoveya xebatên Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê de û bi hevkariya Komîseriya Bilind a Penaberan a Neteweyên Yekbûyî (UNHCR), koma duyem a koçberan îro ji kampa Mehmûdlî ya li kantona Tebqayê derket.

Koçberên kantona Tebqayê ku ji Hums, Hema, Heleb û Dêrezorê ne, bi 14 kamyon, 6 mînîbus û otobusekê ber bi navçeyên xwe ve bi rê ketin.

Koma duyem a koçberan ku 15 malbat in, tê de 55 kes ji şêniyên gundewarên Hums, Hema, Heleb û Dêrazorê hene.

Di 26ê tebaxê de, Koma yekem ji kampê Mehmûdlî derketibû, ku ji 10 malbetên gundewarên Dêrazorê, Hums û Hemayê pêk dihat.

Kampa Mehmûdlî li bakurê bajarê Tebqayê ye, li gorî Rêveberiya Xweser jî hezar û 223 malbet di kampê de mane.

Nûçeyên têkildar

DERBARÊ ME DE

test footer content

PEYWENDÎ

MEDÎA CIVAKÎ

© 2025 – Nuce 24