Rohilat Efrîn: QSD'ê xwedî ezmûn û şiyanên şer e û dikare bibe navika artêşa nû

Endama Fermandara YPJ'ê Rohilat Efrîn derbarê Siberoja YPJ'ê û entegrekirina QSD'ê di nav artêşa nû ya Sûriyê de ji televîziyona El Arabiya re axivî. Rohilat Efrîn diyar kir QSD'ê xwedî ezmûn û şiyanên şer e û dikare bibe navika artêşa nû û ji bo YPJ'ê jî got: "YPJ niha modelekê ji bo parastina hemî jinên Sûriyê pêşkêş dike û divê di pêşerojê de roleke wan di Sûriyê de hebe."

NAVENDA NÛÇEYAN
reset font size increase font size

Di 10'ê Adarê de, di navbera Serokê Hikumeta Veguhêz a Sûriyê Ehmed Şeri û Fermandarê Hêzên Sûriye Demokratîk Mezlûm Ebdî de, peymanek hat îmzekirin.

Di peymanê de, mekanîzmeya entegrasyona QSD'ê bi artêşa Sûriyê re, weke bendekê hat pêşkêşkirin.

Fermandara YPJ'ê Rohilat Efrîn, derbarê entegrekirina QSD'ê di nav artêşa nû ya Sûriyê de, ji televîziyona El Arabiya re axivî.

Rohilat Efrîn diyar kir ku pêdiviya Sûriyê bi artêşeke rêxistinkirî û disîplînkirî ji bo entegrekirina hêzên ku ew rêberiya wan dike heye û wiha got: "QSD'ê xwedî ezmûn û şiyanên şer e û dikare bibe navika artêşa nû.

Ji ber vê yekê, divê hêzên wan bi awayekî ku xizmeta artêş û gelê Sûriyê dike, di nav artêşê de bi profesyonel werin entegrekirin."

 

"Planek ji bo çûna Parîsê hat danîn, lê Şam ji vê yekê dûr ket"

 

Rohilat Efrîn destnîşan kir ku civîn li Şamê hatin lidarxistin û planek ji bo çûna Parîsê bi piştgiriya welatên hevpeymaniya navneteweyî, wek Dewletên Yekbûyî û Fransa, hat danîn û wiha domand:

"Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê ji bo çûna Parîsê dest bi amadekariyan kir, lê Şam piştî serdana Wezîrê Derve yê Tirkiyê Hakan Fîdan bo paytexta Sûriyê, ji vê yekê dûr ket. Şandeya hikûmetê bi hinceta lidarxistina konferansa Hesekê, beşdar nebû û bi rastî armanca konferansê ew bû ku destwerdana biyanî û aloziyên navxweyî bi dawî bike.

Rohilat Efrîn piştrast kir ku QSD ji bo yekîtiya Sûriyeyek demokratîk û nenavendî misoger bike, amade ye û wiha lê zêde kir:

"Me li gel welatên cîran, bi taybetî Tirkiyê aştî xwestiye, lê gefên wê yên dubare çareseriyê asteng dikin û xizmeta yekbûna hêzên me û yekîtiya Sûriyê nakin."

 

"YPJ'ê modelekê ji bo parastina hemû jinên sûriyê pêşkêş dike"

 

Endama Fermandariya YPJ'ê tekez kir hêza wan YPJ li seranserê cîhanê, tekane hêza jinan e ku bi hemû hêza xwe li dijî DAIŞ'ê rawestiyaye û axaftina xwe wiha bi dawî kir: "YPJ'ê niha modelekê ji bo parastina hemî jinên Sûriyê pêşkêş dike û divê di pêşerojê de roleke wan di Sûriyê de hebe."

Nûçeyên têkildar

DERBARÊ ME DE

test footer content

PEYWENDÎ

MEDÎA CIVAKÎ

© 2025 – Nuce 24