Li Sûdanê Hêzên Piştgiriya Lezgîn 40 sivîl kuştin

Li bajarê El- Faşerê yê Sûdanê ji aliyê Hêzên Piştgirya Lezgîn ve 40 sivîl hatin kuştin û di nava 3 mehan de, 6 dronên Bayraktar xistine xwarê.

NAVENDA NÛÇEYAN
reset font size increase font size

Ajansa Nûçeyan a Sûdanê ragihand ku Hêzên Piştgiriya Lezgîn di êrîşa li ser bajarê el-Faşer de, zêdetirî 40 sivîl kuştine, di nav wan de jin, zarok, kal û pîr jî hebûn. 

Hate diyarkirin ku Hêzên Piştgiriya Lezgîn ji bo bajarê el-Faşer bi temamî kontrol bike, dest bi êrîşên berfireh kirine.

Li herêma Ebû Qaud li rojavayê el-Ubeydê, Hêzên Piştgiriya Lezgîn droneke Bayraktar xistin xwarê û di van 3 mehên derbasbûyî de, 6 dronên Bayraktar hatine xistin.

Ji nîsana 2024`an û vir ve, Hêzên Piştgiriya Lezgîn bajarê el-Faşerê dorpêç kirine, di encamê de şer berdewam dike û kirîzeke mirovî jî derketiye.

Nûçeyên têkildar

DERBARÊ ME DE

test footer content

PEYWENDÎ

MEDÎA CIVAKÎ

© 2025 – Nuce 24