Serokkomarê Fransayê Emmanuel Macron, piştî êrîşên Îsraîl û DYA’yê yên 28’ê Sibatê yên li ser Îranê, di dema zêdebûna tengezariya li herêmê de serdana girava Qibrisê ya li Deryaya Spî kir.
Lîderê Fransî, balafirgeha leşkerî ya Paphosê ya li başûrê rojavayê giravê ziyaret kir û bi Serokkomarê Qibrisê Nikos Christodoulides re civiya.
Piştre, Emmanuel Macron daxuyanî da.
Macron di daxuyaniya xwe de wiha got: "Êrîşa li ser Qibrisê, êrîşa li ser Ewropayê ye."
Serokwezîrê Yewnanistanê Kyriakos Mitsotakis jî di hevdîtinê de amade bû û diyar kir ku metirsiya li ser her parçeyekî axa Ewropayê nayê qebûlkirin.
Mitsotakis destnîşan kir ku gavên li herêmê têne avêtin "bi temamî ji bo parastinê ne û nayê wateya ku operesyoneke leşkerî ye."
Di dema serdana Macron de hebûna leşkerî ya Fransayê ya li herêmê jî hate berfirehkirin.
Fransa, Îtalya û Spanyayê her yekê fîrqeyek şandin herêmê.
Her wiha Macron keştiya balafiran a Fransî Charles de Gaulle ku beriya niha şandibû Rojhilatê Deryaya Spî, piştî serdana wî ya Qibrisê ev keştî vegeriya peravên Girît ê Yewnanistanê.
Hate ragihandin ku hêzên deryayî yên Fransayê li herêmê bi cih kirine, ew ji hêzeke deryayî ya berfireh ku heşt fîrqeyan û du keştiyên helîkopteran ên amfîbî dihewîne pêk bê.
Macron: Wê erka piştgirîya navneteweyî bikeve dewrê
Qada çalakiya van hêzan wê Rojhilatê Derya Spî, Deryaya Sor û Tengava Hurmizê bigire nav xwe.
Macron diyar kir ku dema qonaxa herî dijwar a şer bi dawî bibe, wê erka piştgirî navneteweyî bikeve dewrê.
Macron got: "Ev hem ji bo bazirganiya navneteweyî hem jî ji bo ku petrol û gaz ji nû ve ji vê herêmê derkeve, xwedî girîngiyeke jiyanî ye."
Ji ber ku piştî êrîşên DYA û Îsraîlê yên li ser Îranê di rojên dawî de tengav bi pratîkî nayê bikaranîn, bihayê enerjiyê bi lez zêde bû.
Larîcanî: Heta şer berdewam bike, wê tengava Hurmuzê ewle nebe
Li gel van daxuyaniyên Macron Sekreterê Konseya Bilind a Ewlekariya Neteweyî Elî Larîcanî jî got ku heta operasyonên leşkerî berdewam bikin, îhtîmala bi destxistina ewlehiyê li Tengava Hurmuzê wê ne pêkan be.
Elî Larîcanî di posteke li ser platforma X de got: “Li Tengava Hurmuzê ewlehî tune ye.
Di demekê de ku agirê şer ê ji aliyê Dewletên Yekbûyî û Îsraîlê ve li herêmê gur dibe, ne mimkûn e ku li Tengava Hurmuzê ewlehî were bidestxistin.”
Elî Larîcanî teqez kir ku heya ew aliyên ku piştgirî didin şer û şer gur dikin hebin wê ewlehî venegere.