Dema 60 rojî bi dawî bû: Washington û Tehran ber bi qonaxeke nû ya aloziyê ve diçin

60 rojî ya ku ji bo çareserkirina nakokiyên dawî yên di navbera Amerîka û Îranê de hatibû diyarkirin bêyî tu encaman bi dawî bû. Ev yek her du welatan dikişîne ber bi ceribandineke nû û metirsiyek mezin li ser aramiya herêmê, bi taybetî li ser rêyên deryayî û aboriya gerdûnî, ava dike.

NAVENDA NÛÇEYAN
reset font size increase font size

Aloziyên siyasî û leşkerî yên di navbera Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê (DYA) û Komara Îslamî ya Îranê de gihîştine asteke nû û xeternak. Piştî ku her du aliyan nekarî tawîzan bidin û li ser maseya guftûgoyan lihev bikin, aloziya di navbera wan de kûrtir bû, dema dawî ya 60 rojî bi fermî qediya.


Bi dawîbûna vê demê derî li ber senaryoyên tund vekiriye. Çavkaniyên dîplomatîk diyar dikin ku Washington amadekariyên berfireh dike daku zextên aborî û dorpêçên nû li ser Tehranê ferz bike. Li aliyê din, berpirsên Îranê radigihînin ku ew amade ne bersiva her gtevgerke Amerîkayê bidin û  ew neçarî paşvekişandinê ji herêmê nabin.

Ev geşedan rasterast bandorê li ser ewlehiya deryayî ya navdewletî dike. Raporên dawî nîşan didin ku tevgera keştiyên bazirganiyê û yên petrolê li Tengava Hormuzê bi tundî kêm bûye. Çavdêrên siyasî hişyariyê didin ku eger her du alî gavan paşve neavêjin, dibe ku ev ceribandina nû bibe sedema rûbirûbûneke leşkerî ya rasterast ku bandoreke giran li ser herêmê û bazara enerjiyê ya cîhanê bike.

Nûçeyên têkildar

Hevkarên Me

DERBARÊ ME DE

TV

  • Frequency: 12687 H 27500 (Nilesat)
  • Frequency: 11296 H 27500 (Hotbird)

MEDÎA CIVAKÎ

© 2026 – NÛÇE TV Hemû maf parastî ne. Nûçe Rastî ye