Sekreterê Giştî yê Rêxistina Navdewletî ya Deryavaniyê (IMO) Arsenio Dominguez, di hevpeyvînekê de li gel Tora CBS ya Amerîkayê, da zanîn ku 6 hezar deryavan û 400 keştî di Tengava Hurmizê de asê mane û nikarin ji herêma Tengavê derkevin û ev deryavan di bin şert û mercên pir giran û metirsiyeke mezin a ewlehiyê de mane û dixebitin.
Dominguez bal kişand ser bandora şer a li ser aboriya cîhanê û wiha got: "Ev şerê ku şeş meh in berdewam dike, bûye sedema xitimandina zincîra dabînkirina sotemenî û kelûpelên sereke li seranserî cîhanê."
IMO`yê aşkere kir, her çend berê planek ji bo derxistina karmendên keştiyan hatibû amadekirin û di encamê de 136 keştî û 2 hezar û 900 deryavan hatibûn rizgarkirin; lê belê ev pêvajo ji dawiya meha Hezîranê ve bi temamî hatiye rawestandin. Sedema rawestandina rizgarkirinê jî destpêkirina êrîşên esmanî û deryayî yên nû yên di navbera Amerîkayê û Îranê de ye.
Hat destnîşankirin ku ji 28`ê sibatê, ji destpêkirina şer û vir ve, herî kêm 19 deryavanan di dema bicihanîna erkê xwe de li herêmê jiyana xwe ji dest daye.
Her wiha Sekreterê Giştî yê IMO`yê xemgîniya xwe ya kûr ji bo têkçûna ewlehiya deryayî li seranserî cîhanê, ji Deryaya Reş heta Deryaya Sor, Kendava Adenê û Tengava Hurmizê anî ziman. Dominguez tekez kir ku ev bê aramî ne tenê ziyanê dide bazirganiya navdewletî, lê belê metirsiyeke rasterast e li ser jiyana bi hezaran deryavanên bê sûc.