Daxuyaniyên berovajî hev ên Tehran û Washingtonê: Trump behsa gotûbêjan dike, Îran red dike

Serokê Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê Donald Trump ragihand ku piştî rawestandina planên êrîşên leşkerî, dê dewreke nû ya danûstandinan bi Îranê re dest pê bike, lê Wezareta Karên Derve ya Îranê ev îdiayan red kirin û diyar kir ku niha ti danûstandineke rasterast di navbera wan û Washingtonê de tune ye.

NAVENDA NÛÇEYAN
reset font size increase font size

Aloziya di navbera Washington û Tehranê de qonaxeke nû ya daxuyaniyên dordist û berovajî hev derbas dike.

Serokê Amerîkayê Donald Trump, li ser balafira serokatiyê ji rojnamevanan re eşkere kir ku piştî betalkirina planên ji bo pêkanîna "êrîşa herî mezin a li ser Îranê ji piştî Şerê Cîhanê yê Duyemîn ve", Washington û Tehran ketine nav pêvajoyeke nû ya diyalogê.

rump diyar kir ku ev danûstandinên nû dê bi giranî li ser maseya gotûbêjan bin; ew li dû lihevhatineke bilez digere ku hem azadiya deryavaniyê ya li Tengava Hurmizê hem jî dosyaya nûklerî ya Îranê bigire nav xwe.

Li gora daxuyaniyên medya Amerîkayê jî, ev hewlên dîplomatîk dê zêdetir giranî bidin ser ewlehiya herêmî û misogerkirina derbasbûna azad a keştiyan.

Lêbelê, Tehranê zû bersiv da van daxuyaniyên Trump û îdiayên wî red kirin.

Berdevkê Wezareta Karên Derve ya Îranê, Îsmaîl Beqayî, di konferansa xwe ya heftane de bi awayekî biryardar ragihand ku di vê gavê de ti danûstandinek bi Dewletên Yekbûyî re nayê kirin.

Beqayî da zanîn ku peywendiyên wan ên heyî tenê bi navbeynkariya Omanê re sînordar in û ev gotûbêj jî tenê ji bo birêvebirin û parastina ewlehiya derbasbûna Tengava Hurmizê ne.

Nûçeyên têkildar

Hevkarên Me

DERBARÊ ME DE

TV

  • Frequency: 12687 H 27500 (Nilesat)
  • Frequency: 11296 H 27500 (Hotbird)

MEDÎA CIVAKÎ

© 2026 – NÛÇE TV Hemû maf parastî ne. Nûçe Rastî ye