Muhoozi Kainerugaba, li ser medyaya dîjîtal peyamek parve kir.
Piştgiriya xwe ya Îsraîlê ragihand û diyar kir ku ew dikare 100 hezar leşker ji bo piştgiriyê bişîne.
Her wiha fermandar bi awayeke tund gef li Tirkiyê xwar.
'Heger Tirkiyê pirsgirêkên me çareser nekin em ê xwe ji wan qut bikin'
Muhoozi Kainerugaba di peyamên xwe de Tirkiye wekî “pirsgirêka sereke” nîşan da û gefa qutkirina têkiliyên dîplomatîk li Tirkiyê xwar û wiha axivî:
“Pirsgirêka bingehîn Tirkiyê ye! Heke pirsgirêkên me çareser nekin, di nava 30 rojên pêşiya me de em ê hemû peywendiyên dîplomatîk ên bi Tirkiyê re bi dawî bikin.”
'Berî em biaxivin em ji Tirkiyê pera dixwazin'
Her wiha Kainerugaba ji bo destpêkirina her cure diyalogê mercekî şert danî li pêşberî Enqereyê û diyar kir ku berî her tiştî divê Tirkiye pereyekî mezin bide wan û wiha pê de çû:
“Berî ku em dest bi axaftinê bikin, em ji Tirkiyê herî kêm 1 mîlyar dolar daxwaz dikin.”
'Bi ayeteke Incîlê bang li Tehranê hat kirin'
Serfermandarê Giştî yê Ugandayê Muhoozi Kainerugaba, di dawiya peyamên xwe de rasterast Îran jî hedef girt û bi ayeteke ji Încîlê (1. Samuel 17:45) bang li Tehranê kir û wiha eşkre kir:
“Hûn bi şûr û rimê tên ser min; lê ez bi navê Xwedayê artêşên Îsraîlê têm ser we!”