Ofîsa Mafên Mirovan a Neteweyên Yekbûyî têkildarî rewşa jinan li Efganistanê raporeke weşand.
Di raporê de hat diyarkirin ku dûrxistina jin û zarokên keç bi awayek sîstematîk ji jiyana civakî her ku diçe zêdetir dibe.
Her wiha hate destnîşankirin ku jin ji mafê xwe dûr ketiye, derfetên kar hatin sînordarkirin û qedexeyên hişk li ser tevgera kesên ku li azadiyê digeriyan hatiye danîn.
Hate eşkerakirin ku ev rewş fikarên cidî çêdike.
Li gorî raporê, bikaranîna wesayîtan û gihîştina bazarê û xizmetên bingehîn ji bo jinan ve hatiye sînordarkirin.
NY: Civaka ku nîvê nifûsa wê beşdariya jiyana civakî, aborî jê re qedexeye
Her wiha NY da zanîn ku civakek ku nîvê nifûsa wê beşdariya jiyana civakî, aborî jê re hatiye astengkirin bi pêş nakeve.
NY ragihand ku dûrxistina jinan ne tenê binpêkirina mafên mirovan e, lê di heman demê de encamên demdirêj li ser pergala aborî û civakî ya li Efganistanê jî heye.
Di raporê de hişyarî hat dayîn ku dûrxistina berfireh a jinan ji perwerde û derfetên kar wê çerxa xizanî û newekheviyê kûrtir bike.
Di salên dawî de, saziyên navneteweyî û rêxistinên mafên mirovan sînordarkirinên zêde yên li ser beşdariya jinan di perwerde, kar, rêwîtî û jiyana civakî de li Efganistanê wekî nerehetiya mafên mirovan bi nav kirine.
Tevî bangên civaka navneteweyî û rêxistinên mafên mirovan di 5 salên borî de, rêveberiya Talîbanê van qedexeyan ranekiriye.
Lêbelê, berevajî vê hema hemû aliyên jiyanê ji bo jin û keçan qedexe kiriye.