Trump: NVIDIA wê çîpên 'AI' hinardeyî Çînê bike

Serokê Amerîkayê Donald Trump ragihand ku wî hevtayê xwe yê Çînî Xi Jin Ping, agahdar kiriye ku NVIDIA wê destûr werbigire ku çîpên 'AI' yên pêşketî yên H200 hinardeyî Çînê bike.

NAVENDA NÛÇEYAN
reset font size increase font size

Trump li ser platforma xwe ya Truth Socialê, nivîsand: 

"Di bin şert û mercên ku parastina bihêz a ewlehiya neteweyî ya domdar misoger dikin de em destûrê didin şîrketa NVIDIA ku çîpên 'AI' yên pêşketî yên H200 hinardeyî Çînê bike."
  
Xi Jin Ping bi erênî bersiv da û diyar kir ku dê sedî 25 ji dahata wê, ji Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê re were dayîn. 

Ev siyaset dê piştgiriyê bide karên Amerîkî, pîşesaziya Amerîkî xurt bike û sûdê bide bacgirên Amerîkî.

Her wiha Trump da zanîn ku her du çîpên pêşketî yên Blackwell û di demek nêzîk de Rubin jî, yên ku muşteriyên NVIDIA bi pêş xistine, di vê peymanê de cih nagirin.

Nûçeyên têkildar

Hevkarên Me

DERBARÊ ME DE

TV

  • Frequency: 12687 H 27500 (Nilesat)
  • Frequency: 11296 H 27500 (Hotbird)

MEDÎA CIVAKÎ

© 2026 – NÛÇE TV Hemû maf parastî ne. Nûçe Rastî ye