Piştî ku Hêzên Sûriya Dmeokratîk QSD'ê xwe ji kamp û girîtgehên çeteyên DAIŞ'ê vekişand, metirsiya wan zêdetir bû.
Ofîsa Mufetîşê Giştî yê Amerîkayê raporek li ser metirsiya çeteyên DAIŞ'ê weşand.
Di raporê de pîvanên tirsnak ên valahiya ewlehiyê ya ku li Rojava derketiye holê, eşkere dike.
Li gorî wê, digel vekişîna QSD'ê ji herêmê, Kampa Holê vala bûye û hemû kesên ku berê tê de bûn, reviyane.
Raporê eşkere kir ku 20 hezar kesên girêdayî DAIŞ'ê ji kampê reviyane û nayê zanîn bê ka bi ku ve çûne.
Hat diyarkirin ku malbatên çeteyên DAIŞ'ê kamp şewitandin, talan kirin û dûvre bê şop winda bûn.
Rapor bi zelalî dibêje ku bi qasî 20 hezar kesên ku ji kampê reviyane, bi qaçaxî bi rêya Îdlibê ber bi bakurê Sûriyê ve belav bûne.
Hat ragihandin ku ne tenê malbat, lê di heman demê de herî kêm 150 fermandar û çekdarên DAIŞ'ê yên payebilind û navdar jî reviyane.
Ji ber ku pêla revînê digihîje astên bêkontrol, artêşa Amerîkî neçar ma ku bi operasyoneke leşkerî ya "lezgîn" 5 hezar û 700 DAIŞ'î ji zindanên Sûriyê veguhêze zindanên Îraqê.
Amerîka: DAIŞ li Sûriye û Îraqê ji nû ve zindî dibe
Di raporê de, hat piştrastkirin ku hevkariya stratejîk a DYA-QSD'ê, bi girtina rastiyên leşkerî yên li ser erdê, dide diyarkirin ku ew hevkarî bi dawî bûye.
Rayedarên îstîxbarata Amerîkî hişyarî dan ku nebûna kontrolê û valahiya desthilatdariyê li herêmê, ji çeteyên DAIŞ'ê re derfeteke zêrîn peyda kiriye.
Li gorî wan, vê derfetê hiştiye ku çeteyên DAIŞ'ê ji nû ve kom bibin û şaneyên xwe li Sûriyê û Îraqê rêxistin bikin.
Hikûmeta Veguhêz a Sûriyê nikare kampan biparêze
Pentagon pir bifikar e ku ewlehiya kamp û zindanên stratejîk bikeve destê Hikûemta Veguhêz a Sûriyê.
Pisporên leşkerî eşkere kirin ku Hikûmeta Veguhêz bi tena xwe nikare van cihan biparêze.
Ev jî dê berê herêm û cîhanê ber bi gefeke terorîstî ya cîhanî ya pir mezintir ve bibe.