Mucteba Weysî nameyek ji zarokan re hiştiye: Di nav lêgerîna mafan de bijîn

Mucteba Weysî yê ku di 28'ê Gulanê de ji aliyê desthilata Îranê ve hat kuştin, nameyek ji bo zarokên ku li pirtûkxaneya Kurdî perwerde didîtin hiştibû. Mucteba Weysî di nameyê de ji wan zarokan re hêvî dike, ku ew di nava azadî, jiyaneke bi rûmet, lêgerîna mafan û xizmeta gel de bijîn.

NAVENDA NÛÇEYAN
reset font size increase font size

Mucteba Weysî yê ku di 28'ê Gulanê de bi birayê xwe Meysem Weysî re ji aliyê desthilata Îranê ve hat kuştin, nameyekê ji bo zarokên Kurdan li pey xwe dihêle.

Ev name taybet ji bo zarokên ku li Pirtûkxaneya Kurdî perwerde didîtin hat weşandin.

Mucteba Weysî beriya ku were kuştin gotibû ku ew bêriya zarokên pirtûkxaneyê dike.

"Caran hestên min, ber bi wê pirtûkxaneyê ve difirin.

Ez bêriya zarokên pirtûkxaneyê dikim.

Mehiya, Mehbûb, Sena, Aylîn, Servînaz, Hena, Mubîn, Diyana, Atûsa, Hestî, Alov, Negar, Ayda, Terane, Haniye, Aydin û Berhem.

Gelo ma ez ê bikaribim şahidiya paşeroj û mezinbûna wan zarokan bikim?

Ji kûrahiyên dilê xwe ji bo her yekî ji wan saxlemî, jîrbûn û jiyaneke bi rûmet dixwazim.

Hêviya min ew e ku di nava azadî, esalet, lêgerîna mafan, xizmeta gel de bijîn.

Ez ji wan hez dikim".

Mamoste Mucteba Weysî: Serî tewandin şerm e, berxwedan jiyan e

Mucteba Weysî di nameyê de tîne ziman ku avabûna welêt daxwaza wî ya herî mezin e. 

Di her şert û mercî de hêvî û hestên min bihêz in.

Ev rewş wê heta kengî bidome?

Ma dawiya temenê vî zalimî were, wê serdema zilmê biqede gelo?

Serî tewandin şerm e.

Berxwedan bi xwe jiyan e.

Serhildan bi xwe jiyan e."

Ferzad Kemanger: Bila dilê min di sînga her zarokekî de lêxe

Nameya Mucteba Weysî, mamosteyê Kurd Ferzad Kemanger tîne bîra mirov.

Ferzad Kemanger ê ku di 2010`an de ji aliyê Dewleta Îranê ve hat bidarvekirin, wî jî ji bo xwendekarên xwe nameyek li pey xwe hiştibû.

"Bila dilê min di sînga her zarokekî de lêxe, da ku sibehekê ez bi qasî ku dikarim bi zimanê xwe yê dayikê biqîrim biaxivim.

Ez dixwazim bibim bayek ku peyama evîna hemû mirovahiyê bigihîne her goşeyeke vê cîhana fireh.

Ji îro ve, ez bêhemdî li benda bidarvekirina xwe me.

Lê belê, bi evîna hemû gelê xwe yê delal, min biryar da ku heke ez jiyana xwe winda bikim, divê hemû organên min biçin wan kesên ku dê di wan de jiyanê bibînin.

Bila dilê min, bi hemû evîn û coşa tê de, ji zarokekî re were bexşandin.

Ferq nake ji ku tê..."

Pirs ev e, gelo ew dagirkerên Kurdistanê ku zimanê Kurdî qedexe dikin wê karibin ew rihê ku li Rojava, mamoste Zozan Yusif, Egîd Cîlo, li Bakur Mihmed Xeyrî Durmuş û li Rojhilat Ferzad Kemanger û Mucteba Weysî derxistiye holê têk bibin.

Nûçeyên têkildar

Hevkarên Me

DERBARÊ ME DE

TV

  • Frequency: 12687 H 27500 (Nilesat)
  • Frequency: 11296 H 27500 (Hotbird)

MEDÎA CIVAKÎ

© 2026 – NÛÇE TV Hemû maf parastî ne. Nûçe Rastî ye