Xebatkarên perwerdeyê li dijî êrîşan daketin qadan

Êrîşên li ser dibistanan ên ku li navçeya Siwêregê ya Rihayê û Mereşê hatin kirin, li tevahiya Tirkiye û Bakurê Kurdistanê rastî bertekeke mezin hatin. Xebatkarên perwerdeyê li gelek bajaran daketin qadan û bal kişandin ser pirsgirêka ewlehiyê û polîtîkayên perwerdeyê yên li dibistanan.

NAVENDA NÛÇEYAN
reset font size increase font size

Êrîşên li ser dibistanan ên ku li navçeya Siwêregê ya Rihayê û Mereşê hatin kirin, li tevahiya Tirkiye û Bakurê Kurdistanê rastî bertekeke mezin hatin

Her wiha li gelek bajaran xebatkarên perwerdeyê daketin qadan û bal kişandin ser pirsgirêka ewlehiyê û polîtîkayên perwerdeyê yên li dibistanan.

Wezîrê perwerdeyê Yusuf Tekîn: Em rêbazeke ewlehiyê ya berfireh pêşkêş dikin

Wezîrê Perwerdeya Neteweyî Yusuf Tekîn di der barê gulebarana li dibistanên Riha û Mereşê de jî got,

"Di demekê de ku em wekî neteweyek bi hestên kûr yekgirtî ne, ev êşa ku em dikişînin dilê hemû me hejandiye.

Di rastiyê de ev pêvajo dê heta ji bo hûrgiliyên herî biçûk were şopandin û ji bo aramiya zarokên me, xweşiya mamosteyên me û aramiya derdorên me yên perwerdehiyê dê her gav bi baldarî were avêtin."

Tekîn got, "Ji bo ku di saziyên me yên perwerdehiyê de bûyerên bi vî rengî çênebin, em bi wezaretên xwe yên Karên Hundir, Edalet û Malbat û Xizmetên Civakî re tedbîrên xwe yên ewlehiyê yên heyî nû dikin.

Em bi biryardarî gavên pêwîst diavêjin ku nêzîkatiya ewlehiyê ya tevahî ya ku hemû gefên dîjîtal û fizîkî vedihewîne pêk bînin."

Mamosteyên dev ji kar berdan : Em mafê jiyanê dixwazin

Piştî êrîşê, li ser banga Egîtîm Senê li seranserî welêt mamosteyan dev ji kar berdan û li Enqereyê li navenda bajêr li ber Wezareta Perwerdehiya Neteweyî çalakî li dar xistin.

Li Wan, Îzmîr, Amed, Edene û Mêrsînê li gelek bajaran xebatkarên perwerdehiyê daketin qadan.

Di çalakiya li ber Lîseya Pîşeyî û Teknîkî ya Ahmet Koyuncu ya ku êrîş lê pêk hatibû de, bi beşdariya Serokê Egîtîm-Sen Kemal Irmak wiha hat gotin, "Ji tundiya li dibistanan re na".

Mamoste pêkanînên ku mamoste û xwendekaran li hemberî hev dixin û mamosteyan ji tundiyê re mexdûr dikin, rexne kirin.

Mamosteyan ev daxwazên xwe anîn ziman: "Qanuna dijî mamostetiyê OMK (Qanûna Pîşeyî ya Perwerdehiyê) bê betalkirin û ji bo pêşî li tundiya li dibistanan bê girtin, divê qanûn bê derxistin."

Nûçeyên têkildar

Hevkarên Me

DERBARÊ ME DE

TV

  • Frequency: 12687 H 27500 (Nilesat)
  • Frequency: 11296 H 27500 (Hotbird)

MEDÎA CIVAKÎ

© 2026 – NÛÇE TV Hemû maf parastî ne. Nûçe Rastî ye