Di 29'ê çileya 2026'an de, di navbera Hêzên Sûriya Demokratîk û Hikûmeta Veguhêz a Sûriyê de peymanek hatibû îmzekirin.
Li gorî bendên peymana ku hatî îmzekirin, hêzên leşkerî vedikşin cihên ku ji bo wan re hatiye diyarkirin û li şûna wan Hêzên Asayişê bi cih dibin.
Her wiha li kêleka vê vekişînê jî, rê tên vekirin.
Li gorî hate diyarkirin rêya Ebyadê ku herêma Cizîrê û deverên Reqa û Tebqayê yên ber bi hundirê Sûriyê ve bi hev ve girêdide, hat vekirin.
Li ser Rêya Ebyadê pirsgirêkên ewlehiyê derdikevin
Lê tevî ku rêya Ebyadê ya di navbera Hesekê û Reqayê de hatiye vekirin jî, ji ber bûyerên ku li ser qewimîn û komkujiyên ku lê pêk hatin, heta niha jî ti çûn û hatin lê çênebûye.
Berevajî vê yekê, çavkaniyên ji Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyê ragihandin ku rêwî niha rêya Dêrazor - Tedmurê tercîh dikin da ku bigihên Şamê, ji ber ku niha ew rê ewletir tê hesibandin.