Dîroka civîna 16`emîn a Komisyona Meclîsê diyar bû

Li Meclîsa Tirkiyê, dê Komîsyona Meclîsê di 30`ê cotmehê de civîna xwe ya 16`emîn li dar bixe.

NAVENDA NÛÇEYAN
reset font size increase font size

Komîsyona Hevgirtina Neteweyî, Xwişk-Biratî û Demokrasiyê, di 30`yê Cotmehê de roja pêncşemê wê bicive.

Komîsyona Meclîsê, dê di seat 11.00`an de li Wezîrê Karên Derve Hakan Fîdan guhdarî bike û di seat 13.00`an de jî li Wezîrê Dadê Yilmaz Tunç guhdarî bike.

Ev Komîsyon, piştî pêvejoya banga ”Aştî û Civaka Demoktatîk” a Rêber Abdullah Ocalan ji bo çareserkirina pisgirêka Kurd, hatiye avakirin.

Têkildarî mijarê, civîna yekem a Komîsyona Meclîsê, di 5`ê tebaxa 2025`an de pêk hat û heta niha rêzecivînên Komîsyonê berdewam in.

Heta niha 15 civînên guhdarkirinê, hatine lidarxistin.

Tê payîn ku piştî vê civînê, Komîsyon wê civînên guhdarkirinê bi dawî bike û derbasî qonaxa amadekariya pêşnûmeqanûnê bibe.

Nûçeyên têkildar

Hevkarên Me

DERBARÊ ME DE

TV

  • Frequency: 12687 H 27500 (Nilesat)
  • Frequency: 11296 H 27500 (Hotbird)

MEDÎA CIVAKÎ

© 2026 – NÛÇE TV Hemû maf parastî ne. Nûçe Rastî ye