Hêzên Asayîşê derbarê mirina Elaa El-Emîn de daxuyaniyek weşand

Di 8`ê adara 2026`an de li ser medyaya civakî nûçeyên derbarê mirina welatiyê bi navê Elaa El Emîn ku ji Swêdê serdana Rojavayê Kurdistanê kiriye hat belavkirin. Fermandariya Giştî ya Hêzên Ewlekariya Hundirîn Asayîş têkildarî mirina Elaa El Emîn daxuyaniyek weşand. Hêzên Asayîşê di daxuyaniya xwe de got ku wan komîteyek lêpirsînê li ser asta bilind avakirine da ku hemî hûrguliyên bûyerê lêkolîn bike û şert û mercên rast ên mirina Elaa El Emîn diyar bike.

NAVENDA NÛÇEYAN
reset font size increase font size

Di 8`ê Adara 2026`an de li ser medyaya dîjîtal nûçeyên derbarê mirina welatiyê bi navê Elaa El Emîn ku ji Swêdê serdana Rojavayê Kurdistanê kiriye hat belavkirin.

 

Fermandariya Giştî ya Hêzên Ewlekariya Hundirîn Asayîş têkildarî mirina Elaa El Emîn daxuyaniyek weşand.

 

 

Hêzên Asayîş: Me komîteyeke lêpirsînê ji bo diyarkirina hûrguliyên bûyerê ava kiriye

 

 

Hêzên Asayîşê di daxuyaniya xwe de wiha got:

 

"Em bi zelalî piştrast dikin ku prensîbên ku Hêzên Ewlekariya hundirîn Asayîş li ser wan hatine damezrandin di serî de li ser parastina mirovan û parastina mafên mirovan in.

 

Her kiryarên ku ji çarçoveya qanûn û nirxên mirovan derdikevin, kiryarên ku nêzîkatiya rêxistina me an prensîbên giştî temsîl nakin.

 

Hêzên Asayîşê da diyarkirin ku wan komîteyek lêpirsînê li ser asta bilind ku ji komek pisporên hiqûqî û çavdêran pêk tên avakirine da ku hemî hûrguliyên bûyerê lêkolîn bike û şert û mercên rast ên mirinê diyar bike."

 

 

Hêzên Asayîş: Em soz didin ku encamên lêpirsînê bi zelaliya temam belav bikin

 

 

Hêzên Asayîşê di dawiya daxuyaniya xwe de wiha got:

 

"Em soz didin gelê xwe û raya giştî ku encamên lêpirsînê bi zelaliya temam belav bikin.

 

Em tekez dikin ku her kesê ku xemsarî an binpêkirina rêzikname û qanûnên de beşdar be dê berpirsiyar be.

 

Erka me ya sereke parastina civakê û misogerkirina edaletê ye.

 

Em ê dudilî nebin ku tedbîrên pêwîst ji bo parastina navûdengê xwe bigirin."

 

 

 

 

 

Nûçeyên têkildar

Hevkarên Me

DERBARÊ ME DE

TV

  • Frequency: 12687 H 27500 (Nilesat)
  • Frequency: 11296 H 27500 (Hotbird)

MEDÎA CIVAKÎ

© 2026 – NÛÇE TV Hemû maf parastî ne. Nûçe Rastî ye