Li Girkê Legê, Dêrik û Kobanê Newroz bi coş tê pîrozkirin

Li Dêrik, Girkê Legê û Kobanê bi coşeke mezin cejina Newrozê tê pîrozkirin. Di şahiyan de, kesên ku axivîn eşkere kirin ku ew ê Newroza îsal bikin Newroza yekitiya Kurdan û lidarxistina kongreya neteweyî ya kurdî.

NAVENDA NÛÇEYAN
reset font size increase font size

Li Dêrik, Girkê legê û Kobanê şahiyên pîrozbahiya Newrozê hatin lidarxistin.

 

Tevî serm û baran jî, lê ev nebû bend li pêş pîrozkirina Newrozê.

 

Li Dêrikê ji 7 salî heta 70 salî bi cil û berên kurdî Newroz pîroz kirin.

 

Li wir endama Desteya Hevserokatiya Partiya Yekîtiya Demokratîk PYD Fewza Yûsif Newroz pîroz kir.

 

Fewza Yûsif behsa Yekîtiya gelê kurd kir û wiha got:

 

Fewza Yûsif: Berxwedan gel û sekna gelê Kurd êrîş têkbirin

 

 

"Rojava rastî êrîşên mezin hat.

 

Lê dîsa jî li hember vê yekê, gelê Kurd berxwedanek mezin daye.

 

Bi saya berxwedana gelê rojava û sekna gelê Kurd li her çar aliyên Kurdistanê û cîhanê ew êrîş hatin têkbirin.

 

Em ê vê berxwedanê qet ji bîr nekin û em ê wê her û her biparêzin."

 

Fewza Yûsif diyar kir ku piştî 100 salan, Cejna Newrozê li Sûriyê bi fermî wekî cejneke giştî hatiye naskirin, ev jî pêşveçûnek ku wê wekî yek ji encamên rasterast ên berxwedana gelê Kurd bi nav kir.

 

 

Fewza Yûsif: Pêwîste Kongreya Neteweyî were lidarxistin

 

 

Ji bo parastina destkeftiyên gelê Kurd Foza Yûsif banga lidarxistina kongreyeke neteweyî kir û got:

 

"Ji bo ku nirx û deskeftiyên gelê Kurd werin parastin pêwîstî bi lidarixtina kongreyek neteweyî ye."

 

 

Hesen Koçer: Em Newroza îsal bikin Newroza yekîtiya neteweyî

 

 

Li gundê Helîqê yê Girkê Legê bi beşdariya şêniyên Girkê Legê, Çilaxa û herêma Aliyanê Newroz pîroz kirin.

 

Di pîrozbahiyê de şêwirmendê Rêveberiya Xweser Hesen Koçer axivî û Newroz pîroz kir.

 

Hesen Koçer, diyar kir ku Newroza Îsal di demekê ku gef li ser hebûna kurdan li Rojava û Başûrê Kurdistanê ku yekîtiya kurdan dike armanc, têlidarxistin û got:

 

"Em Newroza îsal bikin Newroza yekîtiya Kurdan."

 

Hesen Koçer di dewama axaftina xwe de diyar kir ku komployên li dijî hebûna gelê Kurd dewam dikin û wiha pê de çû:

 

“Bi erêkirina ji aliyê hêzên navneteweyî ve, hewl didin ku projeya neteweya demokratîk, îrade û hebûna gelê Kurd bikin hedef.

 

Eger Rêber Abdullah Ocalan mudaxele nekiriba û komplo têk nebiriaba dê wan hêzan armancên xwe gihandibana serî."

 

Hesen Koçer bang li gel kir ku li dora Rêveberiya Xweser kom bibin û bi erkên xwe rabin.

 

 

Nûçeyên têkildar

Hevkarên Me

DERBARÊ ME DE

TV

  • Frequency: 12687 H 27500 (Nilesat)
  • Frequency: 11296 H 27500 (Hotbird)

MEDÎA CIVAKÎ

© 2026 – NÛÇE TV Hemû maf parastî ne. Nûçe Rastî ye