Wezîrê parastinê yê Polonyayê Wladyslaw Kosiniak-Kamysz derbarê mijarê de, li ser platforma X'ê got:
"Piştî nirxandina şert û mercên operasyonel û gefên potansiyel, ji ber xirabûna rewşa ewlehiyê li Rojhilata Navîn biryar hat dayîn ku leşkerên Polonya yên li Iraqê werin vekişandin."
Li aliyê din berdevkê artêşa Polonyayê jî eşkere kir ku zêdetirî 100 leşkerên wan vegeriyane Polonyayê.
Polonya ji sala 2014’an ve nêzî 2 hezar leşkerên xwe di çarçoveya têkoşîna li di jî DAIŞ’ê de şandibûn Iraqê.
Duh jî NATO’yê ragihand ku wan mîsyona xwe ya li Iraqê ku şêwirmendiya hêzên ewlehiyê dike û piştgiriyê didê, ji ber bandorên şerê li Rojhilata Navîn bi demkî vekişandine.