Îngilistanê da zanîn ku ev tedbîr piştî pejirandina parlamentoyê ket meriyetê.
Ev tedbîr cezayên nû ji bo her cure piştgiriya Supaya Pasdaran digire nava xwe.
Li gorî qanûnê, her kesê ku çalakiyên ji bo piştgiriya Supaya Pasdaran bike, dê weke gefekê li dijî ewlehiya neteweyî were hesibandin û 14 salan were cezakirin.
Pêşkêşkirina her cure alîkariyê ji bo Supaya Pasdaran an wergirtina hemû cureyên sûdê ji wê, weke sûcekî cezayî tê hesibandin û heman ceza lê tê birîn.
Hikûmeta Îngilistanê da xuyakirin ku kesên li ser navê Supaya Pasdarên Îranê çalakiyan bikin, wekî operasyonên sabotajê, li gorî Qanûna Ewlekariya Neteweyî ya 2023’yan, dê werin darizandin.