Li gorî zanyariyên ku ji aliyê Şaredarê Kiyîvê Vitaliy Klichko ve hatine parvekirin, dronên Rûsyayê li herêma Solomyanskiy li avahiyekê xistiye û di encamê de agir bi avahiyê ketiye. Her weha, tîmên hawarçûnê rasterast dest bi xebatên kontrolkirina agir û tespîtkirina zirarên canî û madî kirine. Li aliyê din, bajarê Odesayê jî rûbirûyî rêze êrîşên asmanî bû, ku di encamê de herî kêm du kes birîndar bûn û zirarên mezin gihîştin malên sivîlan û embarên hilberînê.
Ev geşedanên meydanî di demekê de tên ku Serokê Ûkraynayê Zelenskî di daxuyaniyeke xwe ya li ser platforma X de diyar kir ku Moskov tenê li hincetan digere da ku şer dirêj bike.
Zelenskî bal kişand ser ku welatê wî li gel Amerîka, Ewropa, Kanada û Japonê kar dike daku zextê li Rûsyayê bikin, û destnîşan kir ku di meha Cotmehê de dê liv û tevgerên dîplomatîk ên berfireh ji bo guhertina vê rewşê dest pê bikin.
Ev êrîş di demekê de ne ku berê gengeşî li ser pêşniyara agirbestê ya ji bo parastina binesaziya enerjiyê di navbera Kiyîv û Washingtonê de dihatin kirin.